TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 448
Cihgirên berdevkên HDPyê hatin hilbijartin
Herdu cihgirên berdevkên HDPyê hatine girtin. HDPyê li şûna cihgirên hatîn girtin, parlamentera HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû û parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim hilbijartin.
15 Kanûn 2016
Serokên AKP, CHP û MHPê daxuyaniyek hevpar dan
Îro li Koşka Çankayayê “civîna terorê” hat lidar xistin. Piştî civînê Serokê AKPê Yildirim, Serokê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê MHPê Bahçeli di daxuyaniya hevpar de peyama “yekîtiyê” dan.
14 Kanûn 2016
Dadgehê biryara sebest-berdana Cemîl Ugurê nûçegihanê Evrenselê da
Herdu rojnamegerên Halîl Îbrahîm Polat û Cemîl Ugur bi sûcên “propagandaya rêxistina çekdar a terorî” “endambûna rêxistina terorî” hatin dadkirin. Dageha Mêrsînê biryara sebest-berdana Cemîl Ugurê nûçegihanê Evrenselê da.
14 Kanûn 2016
Hevşaredarên Xîzan, Motkan û Tatikê hatin binçavkirin
Pêla binçavkirin û girtinan Bedlîsê Hevşaredarê Xizanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Motkan Ozcan Birlik û Hevşaredarê Felemez Aydin hatin binçavkirin.
14 Kanûn 2016
RSF: 348 rojnameger girtî ne, 1 rojnameger winda ye û 52 rojnameger dîlgirtî ne
RSFyê rapora li ser rojnamegerên di sala 2016ê de hatîn girtin, winda bûyîn an jî dîl(êxsîr) bûyîn eşkere kir. Li gor raporê li hemî dinyayê 348 rojnameger di girtîgehan de ne, nêzîkî 100 ji wan li Tirkiyeyê hatine girtin.
14 Kanûn 2016
Wezareta Karên Hundir: Di nav 2 rojan de li 28 bajêran 568 kes hatin binçavkirin
Wezareta Karên Hundir di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku wan 2 rojan de li 28 bajêran 568 kes binçavkirine ku piraniya wan kesan hevserok, rêvebir û endamên HDPê û DBPê ne.
14 Kanûn 2016
Parlamentera HDPyê Besîme Konca hat girtin
Polîsan parlamentera HDPyê ya Sêrtê bi biryara serdozgeriya Dadgeha Êlihê li Enqereyê desteser kiribû. Dadgeha Êlihê duhî biryara serbestberdana wê da. Ew serbest bû. Serdozgeriyê îtiraz kir, Konca dîsa hat dadkirin û dadgehê biryara girtina wê da.
14 Kanûn 2016
Dadgeha Amedê biryara girtina Çaglar Demîrelê da
Dadgeha Cezayên Giran a 5. a Amedê biryara girtina Çaglar Demîrela cihgira berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk da.
14 Kanûn 2016
Ji bo nivîskar Asli Erdogan li Parisê şeva hevgiriyê hat lidarxistin
Ji bo nivîskar Asli Erdogan li Parisê şeva hevgiriyê hat lidarxistin û nivîsên wê hat lidarxistin.
13 Kanûn 2016
Di dinyayê de herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger hatine girtin
Li gorî agahiyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) di sala 2016an de li hemû dinyayê bi temamî 259 rojnameger hatine girtin. 81 ji wan rojnamegeran li Tirkiyeyê girtî ne.
13 Kanûn 2016
Hevşaredarê Xelfetiyê hat girtin
Mustafa Bayram hevserokê Şaredariya Xelfetiyê ye ku îro hat girtin. Bi girtina Mustafa Bayramî hejmara hevserokên girtî yên ji DBPyê bûn 57.
13 Kanûn 2016
Dadgeha Êlihê biryara serbest-berdana Besîme Koncayê da
Polîsan parlamentera Sêrtê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Besîme Konca duhî li Enqereyê desteser kiribû. Dadgeha Êlihê îro biryara serbest-berdana Besîme Koncayê da.
13 Kanûn 2016
Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak hat girtin
Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak ku 21 roj binçavkirî ma û duh serbest hat berdan, îro li ser îtiraza dozgerî careke din hat binçavkirin û piştre derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.
13 Kanûn 2016
Berpirsê Rêxistina Cemgeha Pîr Sûltan Abdalê Zeynel Odabaş hat binçavkirin
Polîsan îro destê sibehê avêtin ser mala Berpirsê Rêxistina Cemgeha Pîr Sûltan Abdalê û Serokê Cemgeha Sultangaziyê Zeynel Odabaş û wî desteser kirin.
13 Kanûn 2016
Ekin Karaca
Dadgeha Amedê biryar da 8 parlamenterên HDPyê bi zorê bibin dadgehê
Dadgeha Amedê biryar daye 8 parlamenterên HDPyê bi zore bibin dadgehê, yek ji wan parlamenteran girtî ye û du ji wan desteserkirî ne.
13 Kanûn 2016
Parlamenterên HDPyê Konca û Demîrel desteserkirî ne
Cihgira berdevkê HDPyê û parlamentera Amedê, Çaglar Demîrel û parlamentera Sêrtê Besîme Konca li Enqereyê hatine desteserkirin.
13 Kanûn 2016
Artêşa Sûriyeyê ji sedî 95ê Helebê kontrol kir
Hat ragihadin ku Artêşa Sûriyeyê li taxên Şêx Seîd, El Şahidîn, Kerîm El Efendî, Kerîm El Dada û Salihînê, hêzên mixalif têk birine.
13 Kanûn 2016
Wezîrê Tenduristiyê daxuyand ku hejmara kuştiyan derketiye 44an
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got ku hejmara kesên ku di encama her du êrişên bombeyî yên roja şemiyê li Stenbol Beşiktaşê hatibû kirin, de canê xwe ji dest dabûn derketiye 44an.
12 Kanûn 2016
Ayhan Bîlgen: Dilê Demîrtaşî ‘spasm’ bûye
Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Ayhan Bîlgenî piştî civîna Dîwana Birêvebir a partiya xwe eşkere kir ku dilê hevserokê HDPyê ‘spasm’ bûye.
12 Kanûn 2016
Demîrtaş: Em ê dest ji parastina aştiyê bernedin
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji Girtîgeha Edirneyê peyamek şand. Demîrtaşî êrîşa li Beşîktaşê şermezar kir.
12 Kanûn 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Sêrtê cenazeyê dawî ji bin kavil de hat derxistin
Li Sêrtê cenazeyê karkerê dawî ku di bin kavil de mabû, piştî 25 rojan îro destê sibehê hat derxistin.
12 Kanûn 2016
Derbarê teqînê de 13 kes hatin binçavkirin
Derbarê 2 teqînên li Stenbolê de ku heta niha di encamê de 44 kes hatin kuştin de 13 kes hatin binçavkirin.
12 Kanûn 2016
Li 11 bajaran operasyon: 235 hevserok û endamên HDPê hatin binçavkirin
Îro destê sibehê li gelek bajaran li dijî HDPê operasyon hat kirin. Di encama serdegirtinên li dijî hevserok, rêvebir û endamên HDPê de heta biha herî kêm 235 kes hatin binçavkirin.
12 Kanûn 2016
TAKê eşkere kir ku êrîşa li Beşîktaşê wê kiriye
Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê(TAK) eşkere kir ku êrîşa li yarîgeha Vodafone Arenayê wê kiriye.
12 Kanûn 2016
Li Stenbolê teqîn
Li Stenbolê piştî maça Beşiktaş-Bursasporê teqîneke mezin pêk hat.
10 Kanûn 2016
Serlêdanên ji bo projeya “Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne” heta 30ê Kanûna Pêşiyê(Berfanbar) ye
Weqfa IPSyê/bianetê ji bo rojnamegerên bêkar hatîn hiştin dest bi projeyekê kir. Nûçeyên ku dê bi projeya “Rojnamegerên bêkar li pey nûçeya xwe ne” bêne amadekirin dê di bianetê de bêne weşandin.
9 Kanûn 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Nadîre Mater dê di 14ê Sibatê de dîsa bê dadkirin
Şêwirmenda weşana bianetê û rojnamegera Nadîre Mater, ji ber Nobedariya Berpirsiyarîya Weşana Ozgûr Gûndemê îro hat dadkirin. Doz hat paşdedan di 14ê Sibatê de Mater dê dîsa bê dadkirin.
9 Kanûn 2016
Çiçek Tahaoğlu
Erdogan: Divê gelê me zêdetir Dolaran hûr bikin
Erdoganî got ew gelî pîroz dike ku wan Dolarên xwe hûr kirine lê ew ne bes e divê zêdetir hûr bikin.
9 Kanûn 2016
Astronotê ji Amerîkayê, John Glenn mir
Yekem astronotê ji Amerîkayê yê ku li dora dinyayê geriyaye, John Glenn di 95 saliya xwe de mir.
9 Kanûn 2016
Yewnanîstanê daxwaza radestkirina 2 leşkeran red kir
Dadgeha Yewnanîstanê derbarê 2 leşkerên tirk ku piştî 15ê Tîrmehê revîbûn wir de biryar da û daxwaza Tirkiyeyê ya readestkirina wan red kir.
9 Kanûn 2016
Li ser Twitterê û li Silivriyê çalakî: Rojnamegerî sûc nîn e
Rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê û gelek saziyên navneteweyî ji balkişandina ser rojnamegerên girtî wê îro di Twitterê de bi hastinga #GazetecilikSuçDeğildir û #FreeTurkeyJournalists (rojnamegerî sûc nîn e) ve peyaman belav bikin. Wê di 10ê Kanûnê de jî li ber Girtîgeha Silivriyê jî çalakî were lidarxistin.
9 Kanûn 2016
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay hat girtin
Hevşaredara Geverê Adîle Kozay hat girtin. Bi vî awayî hejmara hevşaredarên DBPî ku hatine girtin derkete 55an.
9 Kanûn 2016
1
...
446
447
448
449
450
...
457