TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 399
Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê bi hinceta ku wê operasyon bê lidarxistin ji vê sibeyê û pê de biryara qedexeya derketina derve hat standin.
23 Mijdar 2017
Di doza Buyukadayê de ji bo Taner Kiliçî biryara tehliyeyê derneket
Du duyemîn daneşîna doza Buyukadayê de dadgehê biryar girt ku Taner Kiliç girtî bimîne û daneşîna sêyem di 31yê Kanûna Paşiyê de çêbibe. Di dozê de 11 mafparêz dihat darizandin
22 Mijdar 2017
Çiçek Tahaoğlu
Dîmenên dema komkujîyê li dosyeya dozê hat zêdekirin
Di 10ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê ya HDPyê de êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin. Civîna ji bo dadkirinê îro hat kirin û d îmenên dema komkujîyê li dosyeya dozê hat zêdekirin.
22 Mijdar 2017
DYA: Me berê jî guhdariya heman çîrokê ji Tirkiyeyê kiribû
Nûnera Wezareta Karên Derve ya DYAyê Nauertê derbarê wan îdiayan de axivî ku tê gotin DYA li Tirkiyeyê plana darbeyê dike û got: “Şîroveyên ku dibêjin DYA darbeyê plan dike şîroveyên eletewş in û ez wisa difikirim ku ew jî vî tiştî dizanin.”
22 Mijdar 2017
Weşanxaneya Avestayê kitêba “Edebiyata Kurdî” weşand
Weşanxaneya Avestayê kitêba ji nivîsên li ser edebiyata Kurdî yên J.Blau, S.Alexie, S.Vali, A.T.Ahmed, A.Hashimzadeh, E.Amy de la Bréteque, G.Haig û M.Dehqanî pêk tên weşand.
22 Mijdar 2017
"Donzdeh Siwariyen Merîwanê" bi Kurmancî hat çapkirin
Pîremêrd, di berhema xwe ya "Donzdeh Siwariyên Merîwanê" de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike.
22 Mijdar 2017
Di salvegera mirina Tahîr Elçîyî de ew ê bi belgefîlmekê bê yadkirin
BAROya Amedê dê di salvegera duyem a mirina Tahîr Elçîyî de, di 28ê Çiriya Paşiyê de bi belgefîlma “Kirik Saat(Sieta Şikestî) wî yad bike.
22 Mijdar 2017
Rojnameger Selman Keleş û Arîf Aslan tehliye bûn
Rojnameger Selam Keleş û Arîf Aslan di daneşîna pêşiyê ya dadgehê de hatin tehliyekirin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 meh in girtî bûn.
22 Mijdar 2017
Komisyona Têkel daxwaza "Xistina Parlamenteriya Zanayê" kir
Komisyona Têkel a ji endamên komisyonên Dadê û yên Destûra Bingehîn ên Parlamentoyê pêk tê daxwaz kir ku Parlamenteriya Leyla Zanayê Parlamentera HDPyê ya Agiriyê bikeve. Beştaşa HDPyî got, “Sedem esas ne bêberdewamî ye, gotina ‘Milletê Tirkiyeyê ye’.”
21 Mijdar 2017
DMEEyê ji ber nûçeyên “bombevan”, ceza li rojnameyên Takvîm û Sabahê birî
Doza nivîskar Tarmanê ya li DMMEyê qediya ku rojnameyên Sabah û Takvîmê ew weke “xwekuj” nîşan dabû û Tarmanê li hemberî wan doz vekiribû. Dadgehê biryar girt ku “mafê rêzgirtinê ya li jiyana taybet” hatiye binpêkirin û daxwaza tezmînatê kir.
21 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Ji ber Tweetekê cezayê girtinê dan rojnameger Ogûz Guvenî
Rojnameger Ogûz Guvenî ji ber tweeta nûçeya derbarê serdozger Mûstafa Alperî yê di encama qezaya trafîkê de de miribû dihat dadgehkirin û di vê dozê de 3 sal û 32 roj cezayê girtinê dan Guvenî.
21 Mijdar 2017
Serlêdanên Pêşbirka Kurtefilmên Online dest pê kir
Bangewazî ji bo beşdariya festîavala kurtefilmên online ya navnetewî hat kirin ku bi navê 13emîn Festîvala Filmên Mobile tê lidar xistin.
21 Mijdar 2017
Deniz İnceoğlu
Ismaîl Kahraman ji bo cara duyem bû Serokê Parlamentoyê
Parlamenterê AKPyê yê Stenbolê Ismaîl Kahraman di tûra sêyem a dengdayîna li Parlamentoyê weke serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Namzetê din ê AKPyê Tamir Dagli periya tûra sêyem namzetiya xwe betal kir.
21 Mijdar 2017
Kurtefîlma bi Kurdîyê ji bo Mîhrîcana Cannesê hat şandin
Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike..
21 Mijdar 2017
“Doza Sarrafî dozeka sîyasî ye”
Berdevkê serookomariyê Ibrahîm Sarrafî eşkere kir ku doza Reza Sarrafî ku li Amerîkayê tê dadkirin dozeka siyasî ye. Kalinî got Tirkiye mecbûra standina enerjiya ji derve ye û divîya me peymana ji bo enerjiyê bi Îranê re bikiriya.
21 Mijdar 2017
Wêneyên “Bajarê Şermê” wê li Viyenayê bên nîşandan
Wênekêş Alî Ozî du salan wêneyên Tarlabaşiyê kişand ku her roja diçe atmosfera şûnwaran li vir winad dibe. Di encamê de 30 hezar wêne derketin holê û wê ev wêne di bin navê “Bajarê Şermê” de li Viyenê bê nîşandan.
21 Mijdar 2017
Pûtîn û Esad li Soçiyê civiyan
Pûtîn û Esad beriya ku sibê serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê werin ba hev li Soçiyê civiyan. Her du serokan pêşketinên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
21 Mijdar 2017
Hinceta daxwaza girtinê: Mirov carekê diçe 1ê Gulanê, hewce nake ku her gav biçe
Dozgeriyê li navçeya Antakyayê ya Hatayê axavtina Kopranî ya bi rêya telefonê bi birayê xwe re kiriye weke delîl qebûl kir û daxwaza girtina wî kir. Dozgerî got, “Kesên ku bi rêkûpêk beşdarî 1ê Gulanê dibin di nêrîna min de endamên rêxistinê ne. Mirov carekê diçe 1ê Gulanê, hewce nake ku her gav biçe”.
20 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Malbatên 180 milyon zarokan ji bo paşeroja zarokên xwe bêhêvî ne
Li gor analîza UNICEFê, îhtimala 180 milyon zarokên li 37 welatan zêde hezar bibin, nekarin biçin dibistanê, bi tûndkariyê bêne kuştin ji 20 salan berê zêdetir e.
20 Mijdar 2017
Navenda Mafên Mirovan a Zanîngeha Enqereyê hat girtin
Hiqûqnas Kerem Altiparmakî aşkere kir uk Navenda Mafên Mirovan a Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê hatiye girtin.
20 Mijdar 2017
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Almanyayê hevdîtinên koalisyonê têk çûn, hilbijartina pêşwext di rojevê de ye
Hevdîtinên avakirina hikumeteke koalisyonê yên çend heftene bi rêve diçin têk çûn ku di navbera Partiya Merkel Serokwezîra Almanyayê û Partiyên Demokratên Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan de çêdibûn. Partiya Çepan banga hilbijartina pêşwext kir.
20 Mijdar 2017
Li Tirkiyeyê 2 hezar û 800 zarok di girtîgehan de ne
Li gor Rapora Zarokên Girtî ya CİSST/TCPSê, di 10 salên dawiyê de 92 caran giliya girtîgehên zarokan hatiye kirin ku li wan deran îşkence li zarokan tê kirin. Lê bi tenê berpirsek hat girtin.
20 Mijdar 2017
Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Walîtiya Enqereyê bi hinceta “Exlaqê cemawerî” û “hestyariyên civakî” ji bo demeke nediyar bernameyên ku “wê ji hêla saziyên sivîl ên LGBTİyan ve bên lidarxistin” qedexe kirin. Komeleyên LGBTİyan bertek nîşan da.
20 Mijdar 2017
Atolyeya Mêrdînê ya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî hedef hat nîşandan
Atolyeya Nûçegîhaniya Zayenda Civakî ya ku wê li Mêrdînê bihata lidarxistin, di medyayê de weke hedef hat nîşandan. Atolye ji hêla bianetê ve dihat çêkirin û KaosGLyê piştevaniya wê dikir.
20 Mijdar 2017
Nûriye Gulmen nehat tehliyekirin
Nûriye Gulmen dersdêra girtî ya di greva birçîbûnê de ye bi rêya SEGBİSê beşdarî daneşîna doza ku tê darizandin bû, cara pêşiyê li pêşberî dadgehê axivî; “Heke ku em ne mafdar bûna gelo meyê karîba greva birçîbûnê bikira? Gelo meyê karîba di ber xwe de bida?”
17 Mijdar 2017
Tirkiyeyê leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vegerandine, NATOyê karmendên xwe ji karî avêtine
Li Norveçê di tetbîqata leşkerî de teknîsyenekê li ser texteyê rêberên dijmin navê Atatirkî nivîsîye û kesekî/ê li ser navê Erdoganî hesabekê sexte yê medyaya civakî vekiriye. Li ser vê yekê Tirkiyeyê leşkerên xwe ji tetbîqata NATOyê vegerandine.
17 Mijdar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
NATO: Heke ku Tirkiye S-400an bikire wê nikaribe teknolojiya NATOyê bikar bîne
Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
17 Mijdar 2017
“Biryara Dadgeha Bilind a li ser ‘sempatiyê’ biryareka emsal e”
Dadgeha Bilind biryar da ku ‘sempatî ji bo endambûna rêxistinekê ne delîlek e” Ahmet Ozmenê serokê BAROyê diyar kir ev biryar “biryareka emsal e.”
17 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
Miftîyekî zewaca bûk û zavayekî çêkir lê Diyanetê eşkere kir ku miftî nehatine erkdarkirin
Li navçeya Bismîlê ya Diyarbekirê, bi rêûrismeka şaredariyê amade kirî miftîyê navçeyê zewaca bûk û zavayekî çêkir lê Berpirsiyarîya Diyanetê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku miftî ji bo çêkirina zewacê nehatine erkdarkirin.
17 Mijdar 2017
Di rojeva wezîrên Yekîtîya Ewropayê de kêmkirina bûtçeya alîkariya Tirkiyeyê heye
Wezîrên darayî yên dewletên li Yekîtîya Ewropayê îro ji bo diyarkirina bûtçeya 2018ê kom bûn. Di rojeva wezîran de kêmkirina bûtçeya ji bo arîkariya Tirkiyeyê jî heye.
17 Mijdar 2017
Li Pasûrê navçeya Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li sê gundikên navçeya Pasûrê ya Amedê bi hinceta ku wê operasyon çêbibe derketina derve hat qedexekirin.
17 Mijdar 2017
Akademisyenên Fransî piştgiriya Osman Kavalayî kirin
Akademisyenên Fransî bi armanca piştgiriya Osman Kavalayî daxuyaniyek belav kirin: “Osman Kavala weke rewşenbirên din ê Tirkiyeyî li welatî tenê ma hîna jî akademisyenên muxalif tepeser dikin û rojnamegeran digirin”.
17 Mijdar 2017
1
...
397
398
399
400
401
...
408