TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 328
Walîtîya Wanê hemî çalakî qedexe kiribûn, tenê ji bo 1ê Gulanê destûr daye
Walîtîya Wanê li wî bajarî ji bo 10 rojan, hemî çalakî qedexe kiribûn. Mîtînga 1ê Gulanê dê li Parka Mûsa Enterî be.
30 Nîsan 2019
Hikmet Adal
Dadgeha Destûrî wê serlêdana 10 rojnamegeran binirxîne
Dadgeha Destûra Bingehîn wê di 2yê Gulanê de serlêdana 10 rojnamegeran nîqaş bike ku Ahmet Altan, Nazli İlicak, Mûrat Sabûncû, Kadrî Gursel, Ahmet Şik û Mûrat Aksoy jî di nava wan de ye.
30 Nîsan 2019
Dilber Ayê koça dawîyê kiriye
Stranbêja navdar, Dilber Ay li Enqereyê nexweş birîye û miriye.
30 Nîsan 2019
Demîrtaş: CHP ne deyndarê me ye, divê xebatên xwe zelal û demokratîk bimeşînin
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê gotiye, “Şaredariyên CHPyê ne deyndarê me ne. Deyndarê gel in ku divê xizmeteke wekhev, adil, zelal û demokratîk bidin”.
29 Nîsan 2019
Hêzên leşkerî yên dinyayayê 1.8 trilyon Dolar xerc kirine
Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê(SIPRI), rapora “xerckirina leşkerî” ya sala 2018ê weşandiye.
29 Nîsan 2019
Li Spanyayê Partiya Sosyalîst bi ser ketiye
Partiya Sosyalîst di encama hilbijartinan de ji sedî 29 deng standiye û li Spanyayê bûye partiya yekem. Her weha Partiya Vox jî 24 kursî bi dest xistiye ku partiyeke rastgir e.
29 Nîsan 2019
Tîma Beşiktaş û Amedsporê istismara li ser zarokan protesto kiriye
Di maçên di navbera tîma Beşiktaş û Ankaragucuyê û tîma Amedspor û Kastamonu 1966ê de istismara li ser zarokan hatiye protestokirin.
29 Nîsan 2019
1ê Gulanê li Stenbolê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
Komîteya Sazkirina Pîrozbahiyên 1ê Gulanê, ji ber ku Walîtiya Stenbolê destûr nedaye pîrozbahî li Taksîmê çêbibe, diyar kiriye ku ew ê li qada bazarê ya li Bakirkoyê bernameya xwe pêk bînin.
26 Nîsan 2019
Mêrê ku li Kuçukçekmeceyê istismara cinsî li zaroka keç kiriye hatiye girtin
M. V. yê ku li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê istismara cinsî li zaroka keç kiriye, piştî îfadeya wî ya li emniyetê şandine Edliyeya Kuçukçekmeceyê. Dadweriya nobedar bi sûcê “istismara cinsî” biryara girtina wî daye.
26 Nîsan 2019
Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê hatiye girtin
Dadgeha Sulh û Cezayî ya Enqereyê biryara girtina serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê, Sabrî Uzunî daye.
26 Nîsan 2019
Mafê bianetê yê “azadiya çapemeniyê” hatiye binpêkirin
bianetê(Tevna Ragihandina Serbixwe) 2011ê di nûçeyeka xwe de diyar kiribû ku wezîrê Wezîreta Perwerdeya Neteweyî di lêkolînên zanistî de dizî kiriye. Nûçeya bianetê hatibû astengkirin.
26 Nîsan 2019
Jêpirsîna kesê istismara cinsî li zaroka keç kiriye, berdewam dike
Heşt kesên ku ji ber bûyera istismara li ser zaroka keç hatiye kirin, hatibûn desteserkirin, hatine berdan. Duh neh kes hatibûn desteserkirin. Zaroka keç a rastî istismarê hatiye, li gel malbata xwe û bi tevlêbûna pedagogan fail M. V. teşxîs kiriye.
26 Nîsan 2019
50 Xelatgirên Nobelê xwestine tecrîd bi dawî bibe
Kesên ku Xelatên Nobelê wergirtine bal kişandine ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalanî, bang li hikûmetê û civaka navnetewî kirine û xwestine tecrîd bi dawî bibe.
25 Nîsan 2019
Polîsan li Mêrsînê jineka trans hingavtiye
Koordînatora giştî ya Komeleya Hevgirîyê ya “7 Renk LGBTİ+”yê Yağmur Arıcanê diyar kir ku tûndkarîya li transan bi awayekê sîstematîk zêde dibe.
25 Nîsan 2019
Wezîr Soylû: Failê istismara cinsî yê li Kuçukçekmeceyê hatiye girtin
Wezîr Soylûyî gotiye, wê Walîtiya Stenbolê hûrgiliyên derbarê bûyerê de paşê par ve bike.
25 Nîsan 2019
“Pirtûka destan a nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê” bi kurdî û tirkî derketiye
Şengün Kılıç Hristidisê “Pirtûka destan a nûçegihaniya pêvajoyên dadkirinê” nivîsîye. Gökçer Tahincioğluyî ji bo weşanê amade kiriye. Murat Bayram û Ferîd Demîrelî wergerandiye kurdîyê.
25 Nîsan 2019
Li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç jinan çalakî pêk anîne
Jin li gelek bajaran li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç a 5 salî çalakiyên protestoyî pêk anîne. Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiriye ku ew ê li hemberî wan kesên bertek nîşan didin, lêpirsînnameyan amade bikin.
25 Nîsan 2019
Rêxistina Efûyê: Li Erebistana Siûdiyê 37 kes hatine darvekirin
Lynn Maalouf, Dîrektorê Lêkolînên Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê aşkere kiriye ku 37 kesên ji kêmara şiayan li Erebistana Siûdiyê hatine darvekirin. Maaloufî diyar kiriye ku bi van cezayan dixwazin mixalefeta ji nava kêmarên şîayan derdikevin tune bikin.
24 Nîsan 2019
Li Parîsê, kovara xwendekarên kurd: KurdÎnalco derketiye
Li Parîsa Fransayê komek xwendekarên ku piraniya wan li INALCOyê dixwînin kovareka bi zimanê kurdî ya bi navê KurdÎnalco derxistiye.
24 Nîsan 2019
Murat Bayram
Qurbanîyên qirkirina ermeniyan dê bihatiyan yadkirin, polîs bûne asteng
Ji bo qurbanîyên Qirkirina Ermeniyan li Sûltanahmetê bernameya yadkirinê dê bihata pêkanîn, polîsan nehiştin.
24 Nîsan 2019
Pınar Tarcan
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Zarokeke 5 salî li navçeya Kuçukçekmeceyê rastî istismara cinsî hatiye
Li Taxa Kanaryayê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zarokeke keç a 5 salî rastî istismara cinsî hatiye. Zarok li nexweşxaneyê tê dermankirin. Niştecihên taxê duh bi şev bûyer protesto kirine.
24 Nîsan 2019
Bernameya 24ê Nîsanê
Sala 1915ê xelkê ermenî hatibûn kirkirin. Ji bo 104. salvegera bûyerê, li Stenbolê du bername dê bêne pêkanîn.
24 Nîsan 2019
Kesê ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye hatiye berdan
9 kesên ku ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê hatibûn girtin hatine berdan. Herî dawî O. S. yê ku kulm l iser ruyê Kiliçdaroglûyî dabû, hatiye berdan. Kiliçdaroglû li Çûbûka Enqereyê rastî êrîşê hatibû.
24 Nîsan 2019
Dema Bûldanê dest bi axavtinê kiriye, Erdogan ji Parlamentoyê derketiye
Dema Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê li Parlamentoyê dest bi avaxtinê kiriye, Serokomar Erdogan û hin wezîr ji parlamentoyê derketine.
23 Nîsan 2019
YSK: Welatiyên bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin dikarin dengê xwe bidin
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû ku kesên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nekarin dengê xwe bidin. YSKyê daxwaza AKPyê red kiriye.
23 Nîsan 2019
IRAya Nû, berpirsiyariya kuştina rojnameger McKeeyê girtiye ser xwe
IRAya Nû, lêborîn ji malbat û dostên McKeeyê xwestiye.
23 Nîsan 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Polîsan berpirsekê îstixbaratê desteser kiriye
Polîsan berpirsê Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê, Sabri Uzun desteser kiriye. Uzun bi sûcê “heqareta li serokkomarî, propagandaya ji bo rêxistina terorî û alîkariya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
23 Nîsan 2019
Li Sri Lankayê jimara kesên hatîn kuştin bûye 311
Li Sri Lankayê li sê dêran dema dêlindêza(ayîn) Paskalyayê dihat kirin, hin kesan bi bombeyan êrîş kirine. Hikûmetê Rewşa Awarte îlan kiriye.
23 Nîsan 2019
8 kesên ku êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine hatine berdan, lêpirsîna yekî berdewam dike
Ji 9 kesên ku di êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê de cih girtine jêpirsîna yekî berdewam dike. 8 kesên mayî hatine berdan.
23 Nîsan 2019
Lêpirsîna kesê ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye, berdewam dike
Kesekî ku li Çûbûka Enqereyê bi êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê tê tohmetkirin, hatiye desteserkirin. Neh kes bi heman tohmetê hatibûn desteserkirin. Jêpirsîna gumanbaran berdewam dike.
22 Nîsan 2019
Hevserokên HDPyê serdana Kiliçdaroglûyî kirine
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê serdana Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê kirine û jê re gotine, “derbasbûyî be”.
22 Nîsan 2019
Du fîlmên Tahsîn Ozmenî dê li Stenbolê bêne nîşandan
Chalak Eventsê daye zanîn ku ew li Stenbolê galaya du fîlmên Tahsîn Ozmenî pêk bîne. Fîlmên bi navê Mast û Pantor dê 25ê mehê li Sînemaya Beyoglûyê bêne nîşandan.
22 Nîsan 2019
1
...
326
327
328
329
330
...
337