TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 191
Li Amedê Kargeha Podcastên Kurdî wê bê pêkanîn
10 kes dikarin beşdar bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
17 Tebax 2021
Duh 18 hezar û 163 kes bi Covid-19ê ketine, 165 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 287 hezar û 947 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 163 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 165 kes jî mirine, 998 hezar û 279 doz derzî hatine kirine.
17 Tebax 2021
Li Behra Reş ji ber lehiyê heta niha 77 kes mirine
AFADê aşkere kiriye ku hejmara miriyan li Kastamonûyê gihîştiye 62yan. Li Sînopê 14 kes li Bartinê jî kesek miriye.
17 Tebax 2021
Rojnameger Berîtan Canozer serbest bûye
Berîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê piştî îfadeya ku li emniyete daye, serbest bûye. Canozer li Amedê li mala xwe hatibû desteserkirin.
17 Tebax 2021
HDPyê ji bo paraznameya doza girtinê xwestiye hineke din demê bidin wan
Komîsyona Hiqûqê ya HDPyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye ku ji bo parastinê demê bide wan.
16 Tebax 2021
Li Wanê carekê din ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin
Walîtiya Wanê biryar daye ku ji 17ê Tebaxê pê de ji bo 15 rojan, hemû çalakî bên qedexekirin.
16 Tebax 2021
Di 14 salan de 467 hezar malper asteng kirine
Li gorî rapora Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê, di sala 2020an de 58 hezar û 809 malper hatine astengkirin.
16 Tebax 2021
Li Behra Reş hejmara miriyan gihîştiye 70î
Li Kastamonû, Bartin û Sînopê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine, gihîytiye 70yî.
16 Tebax 2021
Duh 18 hezar û 847 kes bi Covid-19ê ketine, 154 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 281 hezar û 184 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 847 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 154 kes jî mirine, 422 hezar û 949 doz derzî hatine kirine.
16 Tebax 2021
Li Mêrdînê serokên komeleyên Suryaniyan hatine desteserkirin
Li Êlih û Mêrdînê, di serdegirtinên malan de hevserokên HDPyê û serokên komeleyên Suryaniyan jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.
16 Tebax 2021
Li nav sînorê Herêma Kurdistanê leşkerek miriye
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku di operasyona “Pençik-Brûsk” de leşkerekî wan miriye û yek jî brîndar bûye.
16 Tebax 2021
NY wê ji bo Afganistanê bicive
Piştî ku Talîbanê Kabûl, paytexta Afganistanê bidest xistiye, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî wê îro bicive. Talîbanê aşkere kiriye ku ew ê "Îmareta Îslamê" ragihînin.
16 Tebax 2021
Têkildarî êrişên li Altindagê 72 kesên hatine desteserkirin
Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê, têkildarî êrişên li Altindagê yên li dijî Sûriyeyiyan aşkere kiriye ku derbarê 29 kesan de kirariyên îdarî hatiye pêkanîn, derbarê 43 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 72 kesên din hatine desteserkirin.
13 Tebax 2021
“Kuştina Sariyî kuştinên ku kontrayan di sala 1990î de kirine, bibîr dixe”
SUDEF: “Kuştina Gevriye Sariyî tevlî revandina Şimûnî û Hûrmuz Dîrîlî li Bêşebabê û kuştina Yûsûf Kûrtê li Çiyayê Îzloyê hatiye qetilkirin, êrîşên birêkûpêk û plankirî yên di salên 90î de li dijî suryaniyan dihatin kirin, bibîr dixe.”
13 Tebax 2021
Mafên hunermendên Kurd ji ber cûdakariyê tên binpekirin
Li gorî rapora ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî amade kiriye, li Tirkiyeyê nêrinên ku kurdî hê weke pirsgirêkek ewlekariyê dibînin û bi qedexeyên kêfî asteng dike, rê li ber encamên weke derde debarê, otosansur û cûdakariyê vedike û îcrakirina hunera bi Kurdî zihmettir dikin.
13 Tebax 2021
Bêrîtan Canozer, nêçegîhana JinNewsê careke din desteser kirine
Bêrîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê li Amedê careke din desteser kirine. Herî dawî di 5ê Nîsanê de polîsan bi ser mala wê de girtibûn û ew desteser kiribûn.
13 Tebax 2021
Tûtî wê bi kurmancî û kirmanckî matematîkê hînî zarokan bike
“Seta Bîrkariyê” ya Weşanxaneya Moriyê bi sê fasîkulan hin xalên bingehîn yên matematîkî wê nîşanî zarokan bide.
13 Tebax 2021
Li Behra Reş lehî rabûye: 27 kes mirine
Li gorî daxuyaniya AFADê li Kastamonûyê 25, li Sînopê jî 2 kes mirine. Li Bartinê kesê/a ku di 11ê Tebaxê de ber bi avê ve çûye, hîn nehatiye dîtin.
13 Tebax 2021
Duh 22 hezar û 261 kes bi Covid-19ê ketine, 138 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 281 hezar û 535 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 261 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 138 kes jî mirine, milyon û 170 hezar û 644 doz derzî hatine kirine.
13 Tebax 2021
8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Rojnameger Hîkmet Tûnçê hatiye birîn
Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Wanê ya JinNewsê bi iddiaya ku di nûçeya xwe de heqaret li Erkan Savar, qeyyûmê Şaredariya Bêgiriyê kiriye, dihat dadgehkirin. Dadgehê 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Tûnçê biriye.
13 Tebax 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li nav sînorê Herêma Kurdistanê leşkerek miriye
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku bi topa hawanê êrîşî leşkeran hatiye kirin û di encamê de leşkerê bi navê Hakan Balî miriye.
13 Tebax 2021
HDPyê ji 3 wezîran pirsiye: Gelo hûn daneyên tundkariya mêran tomar dikin?
Oya Ersoya HDPyî biryara astengkirina raporên me yên tundkariya mêran ji Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, Derya Yanik, Wezîra Malbatan û Xizmetguzariya Civakî û Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî pirsiye.
12 Tebax 2021
Têkildarî êrişên li Altindagê 76 kes hatine zeftkirin
Rêvebiriya Emniyeta Enqereyê diyar kiriye û gotiye, “76 kesên ku welatiyên me provake kirine, li ser medya civakî parvekirinên nerast kirine û di bûyerên herêmê de cîh girtine, hatine zeftkirin.
12 Tebax 2021
Belkîze Çelîk, karkera demsalî ya 17 salî can daye
Belkîze Çelîk, karkera demsalî ya 17 salî, li nava kon elektrîkê pê girtiye û can daye.
12 Tebax 2021
Li Mihabadê peykerê Hejar Mukiryanî, helbestvanê netewî yê Kurd hatiye şewitandin
Li bajarê Mihabadê, îro danê sibê kesên nasnameyên wan nediyarin agir bi peykerê Hejar Mukiryanî, rewşenbîr û helbestvanê navdarê netewî yê Kurd xistine û zirar gihaştiye beşek ji peykerê wî.
12 Tebax 2021
Li Behra Reş ji ber lehiye 9 kes mirine
Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Kastamonûyê neh kesên li ber avê çûne, mirine. Li Bartinê jî kesek winda ye.
12 Tebax 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 27 hezar û 356 kes bi Covid-19ê ketine, 128 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 278 hezar û 263 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 356 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 128 kes jî mirine, milyon û 296 hezar û 688 doz derzî hatine kirine.
12 Tebax 2021
Li Enqereyê careke din êrîşî Sûriyeyiyan kirine
Li Altindagê, navçeya Enqereyê piştî ku di navbera du koman de pevçûn derket û kesek mir, komên nîjadperestan êrîşî malên sûriyeyiyan kiribû. Duh bi şev careke din êrîş birine ser mal û dikanên sûriyeyiyan û wesayitên wan.
12 Tebax 2021
Krîza îklimê bandorê li jinan dike, jin bandorê li têkoşîna îklimê dikin
"Di dema krîzê de bi saya rolên ku di civakê de ji wan re hatine tayînkirin, hêsantir e ku mêr herêma krîzê biterikînin. Lêbelê berpirsiyariya kar û barê malê û xwedîkirina pîr û zarokan ku di stûyê jinan de hatiye hîştin, rê nade ku jin derkeve û wir biterikîne. Dibe ku ji ber vê yekê têkoşîna îklimê ya jinan ew qas dilsoz û bi inyat e."
12 Tebax 2021
Merve Özçelik
Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Ferît Şenyaşar diyar kiriye ku pirsgirêkên tenduristiyê yên dayîka wî her diçe zêdetir dibe û ew bi fikar in.
11 Tebax 2021
Yûsûf G.yê ku “êrişa zayendî” kiriye, hatiye girtin
Li ser îtiraza dozgeriyê Yûsûf G.yê ku êrişa zayendî li Eda Nûr Kaplanê kiriye, hatiye girtin.
11 Tebax 2021
Li Enqereyê piştî pevçûnekê, êrîşî penaberan kirine
Li Altindagê, navçeya Enqereyê piştî ku hatiye gotin, penaberên sûriyeyî du kes kêr kirine, niştecihên taxê, êrîşî mal, dikan û wesayitên penaberan kiriye.
11 Tebax 2021
1
...
189
190
191
192
193
...
200