Selçûk Kozagaçli duh ji girtîgehê derket û îro hat desteserkirin

Bi ser tehliyebûna Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli de 24 saet derbas nebûye, dîsa hat desteserkirin.
Parêzer Naîm Emînoglû ku yek ji hevalên Kozagaçli ye ragihand ku bi biryara Lijneya Şopandina Îdarî tehliyekirina Kozagaçli hat betalkirin.
Emînoglu, anî ziman ku ev biryar ji aliyê hiqûqî ve rast nîne û got, "Ev rewş heta niha nehatiye jiyîn”. Hat ragihandin ku Kozagaçliyê ku sewqî Edliyeya Stenbolê hatiye kirin, bêyî ku bişînin dozger û dadgehê wê yekser bibin girtîgehê.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li dijî berdana Kozagaçli yê ku ji sala 2017an û vir ve girtî ye ku cezayê wî qediyabû, îtiraz kiribû.

Selçuk Kozagaçlı: Hemû tiştên ku îro hate serê min gelek xweş in
Selçuk Kozagaçli kî ye?
Serokê Rûmetê yê ÇHD, parêzer û maf parêz e.
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye.
Bi salan parêzeriya gelek dozên mafên mirovan kir. Kozagaçli Serokê Giştî yê ÇHDê bû û di heman demê de parêzerê Doza Somayê, welatiyên ku beşdarî çalakiyên li dijî HESê dibûn, malbatên ku xizmên wan di dema karkirinê de dimirin û karkerên ku têkoşîna sendîkayî dimeşandin, bû.
Di 13ê Mijdara 2017an de bi îdiaya ku “Endamê rêxistina terorê ya DHKP/Cyê ye” hat desteserkirin û piştre jî hat girtin û her weha 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di sala 1969 de ji dayik bûye.
(HA/AY)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
