Selçuk Kozagaçlı: Hemû tiştên ku îro hate serê min gelek xweş in

Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Parêzer Selçûk Kozagaçli duh (16ê Nîsanê) êvarê ji girtîgehê derket.
Kozagaçli ji sala 2017an û vir ve nêzî 9 sal in li Girtîgeha Marmara ya Sîlîvriyê girtî bû. Dema berdana wî ya bi şert hatibû lê li benda biryara Lijneya Şopandinê ya Îdarî bû.
"Ez pir kêfxweş im ku min her kes dît"
Kozagaçliyê ku piştî hat berdan çû Baroya Stenbolê û li wir daxuyanî da û weha got:
"Vê nîvroyê, bê sedem, dema ez derketim, ez li ber derî danim. Ez li rawestgehek otobusan tevî sê kîsikê min ê naylon danîm. Piştî ku wesayîta cendirmeyan çû ez demekê li rawestgehê rûniştim. Ev demeke dirêj e ku cara yekem e li derve me. Ez fikirîm ku divê ez li yekî bigerim, têlefonek bibînim. Lê wext hîn zû bû, min xwest ku ez ji wê kêliyê kêf bigirim. Di vê navberê de nêzikî 200 ciwanan ez girtim nava xwe. Weke ku ev merasîm ji bo min hatiye çêkirin û min xwe di nav dît.
6 kesên ciwan û têkoşer jî îro hatin berdan, ez rastî wan hatim. Min bi kulîlkên wan wêne kişandin. Lê bila sax bîn weke ku yên min in tevgeriyan. Min ew yek bi yek hembêz kir. Ez pir kêfxweş im ku min her kes dît. Hemû tiştên ku îro hate serê min gelek xweş in.”
Selçuk Kozagaçli kî ye?
Serokê Rûmetê yê ÇHD, parêzer û maf parêz e.
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye.
Bi salan parêzeriya gelek dozên mafên mirovan kir. Kozagaçli Serokê Giştî yê ÇHDê bû û di heman demê de parêzerê Doza Somayê, welatiyên ku beşdarî çalakiyên li dijî HESê dibûn, malbatên ku xizmên wan di dema karkirinê de dimirin û karkerên ku têkoşîna sendîkayî dimeşandin, bû.
Di 13ê Mijdara 2017an de bi îdiaya ku “Endamê rêxistina terorê ya DHKP/Cyê ye” hat desteserkirin û piştre jî hat girtin û her weha 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di sala 1969 de ji dayik bûye.
(TY/AY)