Ozgur Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel diyar kir ku ew rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder ji nêz ve dişopînin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel têkildarî rewşa endamê Şandeya Îmraliyê yê Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Alîkarê Serokê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku şevê din krîza dil derbas kir, peyamek weşand.

Nexweşxane: Xetereya li ser jiyana Sirri Sureya Onder didome
16 Nîsan 2025
Ozel, di peyama xwe ya ser hesaba Xê de şîfaya xêrê ji bo Onder xwest û got:
“Em rewşa Sirri Sureyya Onder ji nêz ve dişopînin. Hêvîdarim demek beriya demekî baş bibe, li peywira xwe vegere û xebata xwe ya ji bo aştiyê ya ji bo her kesî bidomîne.”

Ayşegul Dogan: Emeliyeta Onder hê bi dawî nebûye
16 Nîsan 2025
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.