Nexweşxane: Onder bi erênî bersivê dide dermankirinê

Êvara Sêşemê saet di 22:00an de Onder ji ber pirsgirêkeke giran a dil rakirin beşa nexweşên giran a Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Stenbolê. Onder demildest emeliyat kirin û emeliyata wî bi qasî 12 saetan dom kir.

Nexweşxane: Xetereya li ser jiyana Sirri Sureya Onder didome
Nexweşxaneya Florence Nightingale derbarê rewşa Sirri Sureyya Onder de saet di 11.00an de daxuyaniyeke nû ya nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku rewşa Onder berbi başiyê ve diçe û parametreyên sîstemîk û metabolîk ên wî baş dibin.
Daxuyaniya nexweşxaneyê wiha ye:
“Birêz Sirri Sureyya Onder bi giştî bersiveke baş dide dermankirinên me. Parametreyên wî yên sîstemîk û metabolîk baştir dibin. Tabloya asîdozê baş bû û derketina îdrarê asayî ye. Tenê ji bo parastina gurçikan em dê îro hemofîltrasyonê bikin. Nefesa wî ya spontan heye. Bersiva êşê dide û tansiyona wî û gera xwînê ji duh baştir e. Gera xwînê ya lingên wî baş e. Di bin ECMO, Noradrenalîn û dobutamînê de tansiyona wî ya navîn 110/66 mmHg e. Gera ventrikula çepî gelekî baş e lê gera ventrîkulê ya rastê hîn jî ne baş e, pir kêm digire. EEG pê ve hat girêdan û dê 24 saetan bimîne. Pêvajo dirêj e, em ê li bendê bin. Pêvajoya çavdêriyê berdewam dike."
(TY/AY)