Rojnameger Nûrcan Yalçin li Amedê hatiye desteserkirin
Polîsan bi ser mala rojnameger Nûrcan Yalçinê de girtiye û ew desteserkirin e. Rojnameger Yalçin birine Şaxa Têkoşîna Dije Terorê û sedema desteserkirina wê hê nehatiye zanîn.

Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Polîsan di saetên sibê de bi ser mala rojnameger Nûrcan Yalçinê de girtiye û ew desteserkirin e. Mala Yalçinê li Kayapinara Amedê ye.
Piştî lêgerîna li nav mala Yalçinê polîsan ew birine Şaxa Têkoşîna Dije Terorê ya Rêvebiriya Asayîşa Bajêr.
Sedema desteserkirina Yalçinê hê nehatiye zanîn û hevdîtina parêzeran bi Yalçinê re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.