Rojbûna te pîroz be ahparîg*
Rojnameger Hrant Dînk, ger ku nehatiba kuştin wê îro 67 salî bûya.

*Ahparig: Birê min, Fotograf: Sebati Karakurt
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Agosê, Hrant Dînk îro ketiye 67 saliya xwe.
Hrant Dînk, di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007an de, dema ji avahiya rojnameya Agosê ya li Kolana Halaskargaziya Şîşliyê derdiket, saet 14.54 deqîqeyan, di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.
Ogûn Samastê 19 salî, piştî dîmenên wî yên di kamerayên ewlehiyê de xuya bûbûn û çapemeniyê ew dîmen weşandibûn, bavê wî giliyê wî kiribû û li otogara Samsûnê hatibû desteserkirin.
Hrant Dînk 62yemîn rojnamgerê ku ji sala 1909an û vir ve li Tirkiyeyê hatine kuştin. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.