Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça: Polîsan çîçek jî hildan, em ê saet 13.30 deqîqeyan li qadê bin

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Di 65emîn roja greva birçibûnê ya akademisyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça de polîsan girt ser qada ku Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê û qad vala kir. Di encama serdegirtinê de 4 kes hatin desteserkirin.
Gulmen û Ozakça ji bianetê re axivîn û gotin ku polîsan qad dorpêç kirine û çîçekên li qadê jî rakirine.
Saet 10.30 deqîqeyan 10 kes çûn cuyê ku greva birçîbûnê berdewam dike û li vir çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Gulmen û Ozakça ji bo saet 13.30 deqîqeyan kom bibin bangewazî kirin.
Gulmen: Nîşaneya bêçaretiyê ye
“Nîşaneya bêçaretiyê ye. Nîşaneya wî tiştî ye ku nizanin wê çi bikin û şaş bûne. Mezinbûna piştevaniyê ew tirsandin. Dixwazin asteng bikin, terorîze bikin. Dibêjin bila kes neyê, em pêşî li xwedîderketinê bigrin û bi refleksên spontane tevdigerin.
“Ez bawer nakim ku ji vê saetê û şûn de bi desteserkirinên wiha, mirovan karibin bitirsînin. Nikarin me bitirsînin, mijara derbarê me de têra xwe zelal e.”
Ozakça: Em karê xwe dixwazin ew bi êrişê bersivê didin
“Em karê xwe dixwazin ew bi êrişê bersivê didin. Êrîşa li ser Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê êrîşa li ser me ye. Me xwîna xwe li wir rijand. Em li wir 27 caran hatin desteserkirin. Êrîşa li ser wir tê wateya êrîşa li ser greva birçîbûnê. Ew der dengê me, zimanê me ye. Kesên ku dixwazin agahiyê ji me bistînin, bi me re biaxivin tên ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê”. (BK/FD)
Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
.jpg)
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine

DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
“Em ê di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin”

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn
