Nûçeya lêpirsîna li ser Bilal Erdoganî hatiye astengkirin
Nûçeyên ku li ser Bilal Erdoganî hatibû çêkirin û tê de hatibû dîyarkirin ku wî pereyên neqanûnî kirine qanûnî û li Îtalyayê lêpirsîn li ser wî hatiye vekirin hatine astengkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar ji televizyona Îtalyayê ya RAIyê re got Bilal Erdoganê kurê wî li Îtalyayê bi tometa qanûnîkirina pereyên neqanûnî, lêpirsîn li ser hatiye vekirin.
Erdoganî got ‘’bila Îtalya bela xwe li kurê min nede bila biçe bela xwe li mafyaya xwe bide.’’
Piştî axiftina Erdoganî ya ji bo televizyona RAIyê, nûçeya axiftina wî û bersivên ji Îtalyayê di malperên Gazeteport, Diken û BBC Turkçe de belav bûbûn. Belavbûna wan nûçeyan hat qedexekirin.
Malpera Dikenê qedexekirina nûçeya xwe îro kir nûçe û yek ji akademîsyenên Zanîngeha Bîlgîyê jî bi Twîtekê da zanîn ku nûçeya BBC Turkçeyê jî hatiye qedexekirin. (HK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.