Leylana Sidîq: "Divê astengiyên li pêşiya aştiyê bên rakirin"
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Komîsyona Astengdaran ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî), di rojên borî de komxebata bi navê “Pêkanîn û Polîtîkayên Astengdaran yên di Rêveberiyên Herêmî de” li dar xist.
Di vê komxebatê de gelek nivîskar û siyasetmedar, astengdar hatin cem hev.
Astengdarên kurd ên ku hatin vir, anîn ziman ku pirtûkên kurdî nayên bidestxistin. Yek ji van nivîskaran Leylana Sidîq e ku 20 sal in nebîneya çavan e û bi zimanê xwe yê zikmakî pirtûkan dinivîse.
Sidîqa ku di warê mafên kêmendaman de jî dixebite, diyar kir ku ew dixwaze bi pirtûkên xwe bedewbûn û rengên cîhanê ji kesên ku ji dayikbûnê ve çavên wan nabîne vebêjin.
Her weha nebîneya çavan û nivîskara kurd Leylana Sidîqê destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de rastî gelek astengiyan hatiye û têkildarî mijarê bi bianet kurdiyê re axivî:
"Astengiya rastîn ew e ku ya li pêşiya aştiya cîhanê ye. Ger ev astengî ji holê rabe, em kesen astengdar dikarin bi hev re bijîn."
(ED/AY)
Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir

Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

Qehwe û Felsefe: “Bi vexwarina qehweyekê re sohbetên ser felsefeye”

Salih Muslim: Heke peyman bi rastî were cîbicîkirin, dê Sûriyeyeke nû ava bibe
