Îstatîstîkên Zarokan yên 2024an ên TUÎKê: Ji her çar zarokan yek dixebite

Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên 'Îstatîstîkên Zarokan' ên sala 2024an eşkere kir.
Li gorî daneyan; Ji sedî 25,5ê serjimêryariya Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê. Li gorî statîstîkan ji her çar zarokan yek kar dike.
Di sala 2023an de rêjeya beşdarbûna hêza kar a koma zarokên ku salên wan di navbera 15-17an de ne ji sedî 22,1 bû, di sala 2024an de ev rêje derket ji sedî 24,9an.
Li gorî Îstatîstîkên Mirin û Sedemên Mirinê rêjeya mirina pitikan di sala 2021an de ji hezarî 9,3 bû û di sala 2024an de jî derketiye ji hezarî 10an.
Her wiha rêjeya mirinên di binê 5 salî de jî di sala 2022an de ji hezarî 11,2 bû, di sala 2023an de derket 14,5an.
Ji ber nebûna derfetên aborî ji sedî 9,2ê zarokan nikarin cil û bergên nû bikirin. Rêjeya zarokên ku nikarin bibin xwediyê du cot pêlavan ji sedî 11,7 e.
(RT/AY)