Di 41emîn danişînê de jî ji bo Ahmet Yildizê edalet pêk nehat

Ahmet Yildiz di encama nefreta homofobîkî de di sala 2008an de hatibû kuştin. 41emîn danişîna doza kuştina Ahmet Yıldizê îro di saet 12.00an de li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Anadoluyê pêk hat.
Kujer Yahya Yildiz, bavê Ahmet Yildizê bi tohmetên ku kuştina bi qestî, binpêkirina qanûna çekan û birîndarkirina bi zanebûn tê darizandin. 17 sal in doz didome û tevî bi dehan dadger û dozger guherîn, kujer/kujerên Ahmet Yildizê hê nehatiye dîtin. Bavê Yildizê, Yahya Yildizê fîrarî di qonaxa lêpirsîna dozê de li Zaxoyê hatibû dîtin.
Yek ji parêzerên Komeleya Hevî LGBTÎ+yan Yagmûr Bîrdal, Komeleya Malbat û Xizmên LGBTÎ+yan (LÎSTAG), Lambdaistanbul û Komeleya Xebatên Nasnameya Zayendî û Meyla Zayendî (SPoD) beşdarî danişînê bûn.
Dadgehê , di 41emîn danişîna dozê de daxwaza guhdarkirina telefona dayik û xwişka Yildizê qebûl nekir û biryara girtinê ya beriya niha ji bo bersûc Yahya Yildiz hatibû dayîn, xwest bidome.
Dadgehê 42emîn danişîna dozê taloqî saet 11.35ê 25ê Kanûna 2025an kir.
“Dewletê gav neavêt”
Parêzer Yagmur Bîrdal derbarê danişîna îro û pêvajoya dozê de ji bianetê re axivî û weha got:
“Dadgehê hemû daxwazên me red kir û nepêwîst dît ku daxwazên lêpirsînê yên berê ji aliyê aliyê beşdar ve hatine kirin ji nû ve binirxîne. Di danişîna kurt a îro de dem bi dem bi serokê dadgehê re rageşî derket, ji ber ku di vê dozê de sûcdar rojek jî ceza negirt.
"Heta niha derbarê faîl de ti bersiv nedane me ku li kîderê ye. Endamên din ên malbatê guhdar nekirin. Tê gotin ku bi bultena sor li Yahya Yildiz digerin, lê di vî warî de jî tu geşedanek çênebûye. Faîl niha 65 salî ye û hêjî serbest e. Lê belê doza Ahmet Yildizê mînaka tûndkariya sîstematîk e ku li Tirkiyeyê li dijî LGBTI+yan pêk tê.
"Hikûmet di her firsendê de 'pîroziya malbatê' radixe ber çavan. Lê li vî welatî LGBTI+yek ji aliyê malbatê xwe ve hat qetilkirin û dewletê ji bo ronîkirina bûyerê gavek jî neavêt. Ev bêcezatî ne tesaduf e, rengdaneweya polîtîkayên LGBTI+fobîk e. Lê belê doza Ahmet Yildizê ji bo me birîneke vekirî ye û heta ku edalet pêk neyê, wê neyê girtin.”
.jpg)
KUŞTINA NEFRETA HOMOFOBIK
Destûr nedan rojnameger bikevin doza kuştina Ahmet Yildizê
Çi bûbû?
Ahmet Yildizê di 26 saliya xwe de ji malbata xwe re aşkere kiribû ku ew hevzayend e. Piştî ve gef lê hatibû xwarin.
Piştî ku gef zêde bûye Ahmet Yildizê li dozgeriyê giliyê bavê xwe kiriye lêbelê tedbîr nehatiye stendin ku ev jî bûye sedema kuştina Yildizê ji aliyê bavê xwe ve. Hê jî li kujer Yahya Yildizî digerin.
Ahmet Yildiz di 15ê Tîrmeha 2008an de ji aliyê bavê xwe ve bi pênc guleyan bi çeka guleber hat kuştin. Di dema bûyerê de kesekî din jî birîndar bûye. Ahmet Yildizê di Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Marmarayê de xwendekarê pola dawîyê bûye.
Dema malbatê wê xwedî li cinazeya wê derneketiye li Goristana Bêkesan hatiye binaxkirin.
Doza kuştina Ahmet Yildizê di 8ê Îlona sala 2009an de hatibû vekirin. Bi vê dozê re li Tirkiyeyê cara yekemîn bû ku têgeha kuştina namûsê ya hevzayendan bûye fermî.
(TY/AY)
Aktîvîsta LGBTI+yan Îris Mozalar ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, serbest bû

Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in
