Dadgehê cezayê girtîgehê li Gulsum û Samî Elvan birî

Berkîn Elvan di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû û 269 rojan di beşa nexweşiyên giran de ma û piştre di 16ê Hezîrana 2014an de mir. Di doza derbarê malbata Berkîn Elvan de dadgehê biryara xwe aşkere kir.

Dê û bavê Berkîn Elvanî ji ber “Heqareta li Serokomarî” tên dadgehkirin
Di doza ku li 43emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin de dayika Berkîn Elvan Gulsûm Elvan û bavê wî Samî Elvan bi îdiaya ku "heqareta li Serokomar kirine" dihatin darizandin. biryara girtinê hat dayîn.
Dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Gulsum Elvanê û salek û 2 meh û 17 roj jî li Samî Elvan bir. Her weha ceza hatin taloqkirin.

Bi îdiaya "Heqareta li Serokomarî kirine" doz li dê û bavê Berkîn Elvanî vekirine
Çi bûbû?
Di dema çalakiyên Parka Geziyê de, Erdoganî gotibû: “Hemû kes dibêje ‘Kê ferman daye polîsan?’ Ez aşkere dikim, min ferman da.”
Piştî mirina Berkîn Elvanî, Erdoganî ev daxuyanî dabû: “Zarokekî ku rêxistinên terorê wî xistine nav xwe, di nava rêxistinên terorê de rûpoşkirî, çeqelîkek xistine destê wî, di berîka wî de xarên hesinî hene.”
Gulsum û Samî Elvanî ji ber van daxuyaniyên Erdoganî, piştî danişînên di 23yê Îlona 2020an de û 29ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de axivîbûn û Erdogan weke berpirsê kuştina kurê xwe nîşan dabû.
Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Kagithaneyê, ji ber daxuyaniyên wan, giliyê Gulsum û Samî Elvanî li bal dozgerî kiribûn û lêpirsîna wan hatibû kirin.
Dadgehkirina Elvanan wê li 43yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de pêk were.